Brexîtê Theresa May anî ber îstîfayê

Serokwezîra Ingilîz Theresa May ku ji ber polîtîkaya Brexîtê qels ketî, li ber zêdebûna zextan diyar kir ku 7'ê Hezîranê wê îstîfaya xwe bide.

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May vê Înê bi daxuyaniyekê diyar kir ew ê di nav 15 rojan de îstîfaya xwe bide. May 7'ê Hezîranê hem ji seroktiya partiya muxafezakar û hem jî ji seroktiya hikûmetê wê îstîfa bike.

Lê ji bo ku partiya muxazakar serokekî dî ji xwe hilbijêre May şeş heftiyên din wê li ser kar bimîne. Ango dema ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp di navbeyna 3-5'ê Hezîranê de serdana Brîtanyayê kirî May hê jî wê li ser kursiyê serokwezîrtiyê be.

Piştî îstîfaya May tê payin ku 10'ê Hezîranê li nav Partiya Muxafazakar pêşbaziya lîdertiyê dest pê bike.

Eva demek bû ku dihate payin May îstîfa bike. May ku partiya muxafezakar û derdora wê yê dilsoz destek nedanê, nekarî ku projeya têkilî peymana Brexîtê ya ku bi Yekîtiya Ewropayê re muzakereya wê bike, ji parlamentoyê derxîne.

May got ew pir xemgîn e ji ber ku projeya Brexîtê pêk nehatiye, bi girî got, ''Ji bo min şanaziyek e ku li ser pewira serokwezîriya vî welatê ku jê hez dikim, min xizmet kir''.