Borrell wê daxwaza cezakirina wezîrên Îsraîlî yên ku sûcên nefretê kirine bike

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell daxuyand ku wê ji welatên endam daxwaz bike ku hin wezîrên Îsraîlî ku li dijî Filistîniyan gotinên “nefretê” bi kar anîne bên cezakirin.

Josep Borrell wê ji 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê bixwaze ku ceza bidin wezîrên Îsraîlî yên ku sûcê "nefretê” li dijî Filistîniyan belav kirine.

Borrell ê ku navê wezîrên Îsraîlî eşker nekir, anî ziman ku "peyamên nefretê yên li dijî Filistîniyan" bi tu awayî nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku wî pêvajo ku welatên endam ceza bide wezîrên Îsraîlî daye destpêkirin.

Borrell beriya destpêkirina civîna nefermî ya wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ji çapemeniyê re axivî û got, "Ez di wê baweriyê de me ku divê Yekîtiya Ewropayê nebe xwedî tu tabûyan û ji bo rêzgirtina li mafên mirovan divê amûrên di destê xwe de bi kar bîne."

Li gorî dîplomatan, pêşnûmeya Josep Borrell, Wezîrê Darayî yê Îsraîlê yê rastgir Bezalel Smotrich û Wezîrê Ewlekariyê Îtamar Ben Gvir dike hedef.

Lê ji ber ku piştî êrîşa 7’ê Cotmehê ya Hamasê li dijî Îsraîlê pêk anî di navbera 27 welatan de nakokiyên kûr çêbûn, ne pêkane ku ev pêşniyar were qebûkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto pêşniyara Josep Borrell wekî "xetere" nirxand.

Berpirsa yekem a dîplomasiya Elmanyayê Annalena Baerbock, ji fikra cezakirinê dûr ma û diyar kir ku ji bo biryarê yekdengiyek pêwîste.