Boko Haram li Nîjeryayê êrîş kir: 20 kes mirin

Çeteyên Boko Haram êrîşî gundekî li bakurê rojhilatê Nîjeryayê kirin û 20 kes qetil kirin.

Hate diyarkirin ku roja Şemiyê êrîş saet di 10.30’an de hatiye kirin. Çeteyan bi sê motorbisiklêtan li gundekî Nganzaî yê Maîdûgûriyê êrîşî gundiyan kirine.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku wan 23 cenaze dîtine.

Boko Haram li vê herêmê her dem êrîşî gundiyan dike û malên gel talan dike.

Di meha Îlonê de jî çeteyan êrîşî du gundiyan kiribûn û 8 kes qetil kiribûn.

Çeteyên Boko Haram ji sala 2009’an û heta niha 27 hezar kes kuştine û 2 milyon kesan jî ji ber wan koç kirine.