Boko Haram li Nîjeryayê 7 kes qetil kir, zarokek jî revandin
Li Nîjeryayê beriya Noelê hefteyekê di encama êrîşa li ser gundeke yê Xiristiyanan de 7 kes mirin, zarokek jî hate revandin. Ji êrîşê Boko Heram berpirs hate nîşandan.
Li Nîjeryayê beriya Noelê hefteyekê di encama êrîşa li ser gundeke yê Xiristiyanan de 7 kes mirin, zarokek jî hate revandin. Ji êrîşê Boko Heram berpirs hate nîşandan.
Li dijî gundeke yê Xiristiyanana a dikeve herêma Chîbok a dikeve bakurê rojhilatê Nîjeryayê êrîşek pêk hat.
Bi dehan êrîşkarên bi kamyon û motorsiklêtan ji gundê Kawarangûlûm a dikeve eyaleta Bornoyê hatin, ketober gule li gund reşandin, ketin diziya malan û gelek mal şewitandin.
Milîseke li dijî Boko Haram ê ji AFP’ê re axivî got: “Di êrîşê de 7 kes mirine, zarokek jî revandine.”
Rêveberê xwecihî Ayûba Alamson jî ragihand ku çeteyên Boko Haram ji daristana Sambîsa ya cîran êrîş kirine.
Herêma Chîbok bi taybet ji sala 2014’an a bi revandina 276 zarokên keç ên xwenderên amadeyi yên ji aliyê çeteyên Boko Haram ve ketibû rojeva cîhanê. Ji vê bûyerê û pêve tê zanîn ku yekîneyên artêşê li herêmê bi cih bûne. Lê êrîşên Boko Haram hê jî dewam dikin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2009’an û vir ve di êrîş û encama şer de 36 hezar kes mirine, 2 milyon kes jî neçarî koçberbûnê bûne. Tundiya Boko Haram derbasî welatên cîran ên weke Nîjer, Çad û Kamerûn jî bûne. Ev rewş kir ku welatên hafizeya Gola Çadê li dijî çeteyan koalîsyoneke leşkeri ya hevpar bide çêkirin.