Boko Haram êrîşên xwe yên li dora Gola Çadê zêde dike

Li bakurê Kamerûnê çeteyên Boko Haram êrîşek kirin. Di vê êrîşa çekdarî de herî kêm 16 kes mirin.

Li kampeke koçberan a li bakurê Kamerûnê ev êrîş hate kirin.

Li herêma Mayo Moskota ya ku êrîş lê hate kirin, sivîlên ji ber êrîşên çeteyên Boko Haram reviyane, dijîn. Roja Şemiyê bi şev êrîşî vê derê hate kirin û herî kêm 16 kes mirin.

Çeteyên Boko Haram roja Înê jî li Çadê êrîşek kiribûn. Di vê êrîşê de 10 kesên sivîl hatibûn qetilkirin û 7 kes jî revandibûn.

Di mehên dawîn de di navbera artêşa Kamerûnê û Boko Haram de gelek şer çêbû. Li gorî Neteweyên Yekbûyî li herêmên sivîlan herî kêm 52 êrîş hate kirin.

Ji sala 2015’an û vir ve Nîjerya, Nîjer, Kamerûn û Çad ên li dora Gola Çadê li dijî van çeteyên cîhadîst şer dikin. Li her çar welatan jî êrîş didome. Çadê di Adara borî de operasyoneke mezin a leşkerî dabû destpêkirin û hatibû ragihandin Boko Haram ji Çadê hatiye derxistin. Lê di serê meha Tîrmehê de li Çadê êrîşek hate kirin û 8 leşker mirin.

Ji sala 2009’an û vir ve li Nîjeryayê 36 hezar kes mirin û 2 milyon kesan jî dev ji warê xwe berdan û koçber bûn.