Biryara têkildarî midûrê berê yê polîsan tê şermezarkirin

Li Arjantînê, têkildarî şerê polîsan ê dema dîktatoriyê wezîfe kir Mîgûel Etchecolatz, biryar hate dayin ku cezayê xwe yê mayî li mala xwe bikişîne. Bi sedan kesî ev biryar şermezarkirin.

Mîgûel Etcheloatz li Arjantînê di dema dîktatoriya salên 1976-1983'an de weke şefê polîsan wezîfe dikir û piştre cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. Niha jî biryar hate dayin ku Etchecolatz cezayê xwe yê mayî li mala xwe bikişîne.

Ji bo şermezarkirina vê biryarê li ber mala Mîgûel Etchecolatz çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo xwîna hatiye rijandin sembolîze bike, fuzeyên ji boyaxa sor hate teqandin.

Rêxistinên însanî dibêjin, ji sala 1976 heta 1983'an di dema dîktatoriyê de 30 hezar kes ji aliyê rejîmê ve hatine windakirin.

Der barê Etchecolatz ê 88 salî de, Dadgeha Federal roja 27'ê Kanûna 2017'an biryar da ku cezayê xwe yê mayî li mala xwe bikişîne. Ji bo vê biryarê jî pirsgirêkên tenduristiyê weke hincet hatibû nîşandan.

Etchecolatz ji sala 1986'an û pê ve li dadgehên Eyaleta Platayê 5 caran hate darizandin, her carê cezayê girtîgehê yê giran lê hate birîn û herî dawî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn.

Etchecolatz wê wextê weke milê rastê yê şefê polîsan ê Bûenos Aîres û derdora wê General Ramon Camps wezîfe dikir. Ji 21 girtîgehên veşartî yên li herêmê berpirsyar bû.