Biryara girtina Serokkomarê berê yê Ermenistanê hate dayîn

Serokkomarê berê yê Ermenistanê Robert Koçaryan meha derbsbûyî bi kefalet hate berdan, dadgeha Ermenistanê biryar da ku Koçaryan were girtin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûs RIA Novostî, dadgeha Ermenistanê biryara daye ku Serokkomarê berê Koçariyan dîsa were girtin.

Koçaryan ê 64 salî, piştî çalakiyên protesoyê yên Serokkomarê piştî wî û tifaqê siyasî Serj Sarkîsyan ji desthilatdariyê hatibû xistin û piştre hate girtin. Koçaryan di navbera salên 1998 û 2008’an erka Serokkomariyê kiribû.

Piştî şoreşa Ermenistanê Koçaryan 26’ê Tîrmeha 2018’an hate girtin û vegetîna ji sazûmaniya destûra bingehîn tê sûcdarkirin. Di çarçoveya vî sûcî de dibe ku 15 salan di girtîgehê de bimîne. Li aliyê din Koçaryan sala 2008’an di hilbijartina serokkomartiyê de bi hîleyên li dijî Sarkîsyan tê sûcdarkirin.

Koçaryan 20’ê Gulana 2019’an bi biryara dadgeha Erîvanê hate berdan, Serokwezîr Nîkol Paşîniyan ku bi şoreşê bû serokwezîr banga blokekirina dadgehan kiribû. Paşîniyan diyar kiribû ku sîstema darazê ya hikûmeta berê ye û ne rewa ye û dixwaze ji nû ve hemûyan ji ber çavan derbas bike.