Biryara Îsraîlê ya li ser Mescîd-î Aksa
Hikumeta Îsraîlê, ji ber nerazîbûnan dedektorên metal ên danîbû pêşiya Mescîd-î Aksa, rakir.
Hikumeta Îsraîlê, ji ber nerazîbûnan dedektorên metal ên danîbû pêşiya Mescîd-î Aksa, rakir.
Bûyerên ji ber tundkirina kontrolên li pêşiya Mescîd-î Aksa, kete rojeva Neteweyên Yekbûyî. Koordînatorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Pêvajoya Aştiyê ya Rojhilata Navîn Nîkolay Mladenov got, eger rageşî heta roja Înê neqede, wê krîz girantir bibe.
Tê payin, rakirina dedektorên metal rageşiyê kêm bike.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Hikumeta Îsraîlê, êrîşa çekdarî ya 14'ê Tîrmehê ya li pêşiya Mescîd-î Aksa ku di encamê de 2 polîs mirin ji xwe re kir hincet û ev der ji îbadetxaneyê girt. Piştre dedektorên metal li pêşiya deriyan bi cih kir.
Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas jî eşkere kiribû ku ew hemû têkiliyên we yên bi Îsraîlê re dibirin.