Bîlançoya tayfûna li Fîlîpînê giran dibe: 41 kes mirin

Li gorî bîlançoya nû ya tayfûna Phanfone ya li Fîlîpînê 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tayfûna ku roja Noelê li Fîlîpînê rabû, Şemiyê ji herêmê çû. Lê belê xisareke mezin li pey xwe hişt.

Li giravên Visayasê yên Fîlîpînê tespîtên der barê bandora tayfûnê temamb bû.

Li gorî bîlançoya nû hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 41 kesî. Li gorî bîlançoya Înê 28 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedar her wiha li 12 kesan jî digerin.

Rayedar dibêjin tayfûnê bandor li 1,6 milyon mirovî kiriye, derdora 260 hezar xanî ji ber tayfûnê zerar dîtine û herî kêm 100 hezar kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.

Hikumetê ragihand ku vê bahoza tropîkal bi qasî 21 milyon dolarî zerar li sektora çandiniyê û binesaziyê kiriye.

Di sala 2013'an de li heman herêmê tayfûna Haiyan rabû bû û zêdeyî 7300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Fîlîpînê salane derdora 20 tayfûn û bahozên tropîkal radibin. Di destpêka meha Kanûnê de ji ber tayfûna Kammûrî herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.