Bîlançoya nû ya koronavîrusê
Li temamî dinyayê nexweşiya koronavîrusê zêde dibe.
Li temamî dinyayê nexweşiya koronavîrusê zêde dibe.
Li gorî rêjeya Zanîngeha Johns Hopkins ya DYE’yê diyarkirî, li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi koronavîrûsê ketine 300 hezar û hejmara miriyan jî 13 hezar derbas kiriye.
TIRKIYE
Rayedarên dewleta Tirk gotin, li welat hejmara kesên bi vîrûsê ketine 947 û ya kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn jî bû 21.
Li aliyê din li Amedê ji ber şewba koronavîrûsê nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Gazî Yaşargil ya ku 2 qat jê hatibû valakirin 3 qatên din jî hatin valakirin.
ÎSPANYA
Rêvebiriya Tenduristiyê ya Îspanyayê da diyar kir ku di rojekê de 394 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li welat hejmara kesên ku ji ber koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 1.720 kesan.
HINDISTAN
Li Hindistanê hat diyarkirin ku 320 kes bi vîrûsê ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
ELMANYA
Li Elmanyayê hejmara kesên bi koronavîrûsê ketine 23 hezar derbas kir û 84 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
ÎTALYA
Li Îtalyayê jî heta niha li ser 53 hezar û 578 kesan vîrûs hatiye tesbîtkirin. Li welat 4 hezar û 825 kesan jiyana xwe ji dest dane.
ÎRAN
Li ser 21 hezar û 638 kesan koronavîrûs hatiye tesbît kirin û hejmara miriyan gihişte 1685 kesan. Di nava 24 seatên dawî de 129 kesan jiyana xwe ji dest dan.
DYE
Li DYE’yê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji 20 hezaran derbas kir û hejmara miriyan bû nêzî 300’î.
FRANSA
Li Fransayê 562 kesan jiyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 459 kes jî bi şewbê ketine.
YEWNANISTAN
Li Yewnanistanê 530 kes bi koronavîrûsê ketine. Heta niha 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.
ÇÎN
Li Çîna vîrûsa yekem lê hatî dîtin, di nava van çend rojên dawî de tu kes bi nexweşiyê neketine. Li welat 81 hezar û 54 kes bi vîrusê ketine, 3 hezar û 261 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.