Bîlançoya li Srî Lankayê giran dibe

Ji ber êrîşên bombeyî yên li Srî Lankayê li dijî dêr û otelan hatin kirin, zêdeyî 150 kes mirin.

Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê rayedarên nexweşxane û polîsan ve hate dayin, herî kêm 156 kes mirin, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Çar ji teqînan li sê otel û dêreke li paytext Colomboyê rû dan. Du êrîş jî li dijî du dêrên li nêzî paytext Colomboyê rû dan.

Bîlançoya herî giran li dêra Saint-Anthony a li paytext Colomboyê û Saint-Sebastian a li Negomboyê derkete holê.

Hate ragihandin, tenê li dêra St. Sebastianê zêdeyî 50 kes mirin. Li dêra Battcaloa ya li aliyê rojhilat jî 25 kes mirin. Herî kêm 35 ji kesên jiyana xwe ji dest dane biyanî ne.

Bîlançoya êrîşan saet bi saet giran dibe. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.