Bîlançoya li Srî Lankayê giran bû: 290 mirî, 500 birîndar

Li Srî Lankayê di êrîşên bombeyî de yên roja Yekşemê li dijî dêr û otelan ahtin kirin, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 290 kesî.

Êrîş li dijî Xiristiyanên ku ayîna Paskalya dikirin û tûrîstan hate kirin. Di nava çend saetan de li çar otel û sê dêran teqîn pêk hatin. Srî Lanka, piştî ku sala 2009'an bi deh hezaran kesên ji têkoşîna azadiyê ya Tamîl Eelamê qetil kir, ji hingî ve nedibû hedefa êrîşan.

Li gorî bîlançoya nû, herî kêm 290 kes mirin, nêzî 500 kes birîndar bûn. Bi giştî 8 teqîn çêbûn. Heta niha ti hêzê êrîş li xwe negirtiye. Hate ragihandin, 13 kes ji ber teqînan hatine destgîrkirin.

Polîsan diyar kirin, temamiya kesên hatin destgîrkirin ji heman koma radîkal in, lê eşkere nekirin ku kîjan kom e.

Di vê navberê de li cihekî nêzî balafirgeha sereke ya paytext Colomboyê bombeyek hate dîtin. Hate ragihandin, bombe bi rengekî serketî hatiye îmhakirin.