Bîlançoya koronavîrusê giran dibe, li girtîgehan tu tevdîr tune

Li dinyayê ji ber Covîd-19’ê 4 milyon û 368 hezar kes nexweş ketine û 290 hezar kes jî mirine. Girtiyên hatine berdan, dibêjin li girtîgehan tu tevdîr tune.

Li dinyayê ji ber Covîd-19’ê 4 milyon û 368 hezar kes nexweş ketine û 290 hezar kes jî mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirk diyar kir ku hejmara nexweşan bûye 141 hezar û 475. Rayedaran diyar kirin ku 3894 kes jî mirine. Tirkiye li dijî pergala raporkirinê ya Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê tevdigere û bawerî bi hejmarên wê nayê.

AKP û MHP a ku berjewendiya alîgirên xwe diparêze, bedesten vekir. Serokê AYD’ê Huseyîn Altaş diyar kir ku roja Duşemê milyonek û 226 hezar kes çûne bedestenan.

LI WANÊ KARANTÎNA

Li gundê Ortanca yê Rêya Hevrîşmê ya Wanê ji 5’ê Gulanê û vir ve karantîna heye. Hejmara nexweşên li gund bû 103.

Yildiz Davran a ji Girtîgeha Şakranê hate berdan diyar kir ku gardiyan dema ketine qawîşan lepikên xwe derxistine û destê xwe bi her derê dane. Bûrhan Erol ê ku ji Girtîgeha Tîpa L a Mereşê hate berdan, got ku ‘Rêveberiya girtîgehê derbarê şewbê tu tevdîr nestendiye’

PIŞTGIRIYA 800 MALBATAN HATE KIRIN

HDP’ê di çarçoveya Kampanyaya Piştgiriya Malbatan têkilî bi 10 hezar malbatan danî, piştgirî dan 800 malbatan û ji bo 4 hezar malbatan jî alîkariya xurekan hate kirin.

BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ

Li DYE 1.408.745 kes nexweş ketine û 83.449 kes jî mirine.

Li Îtalyayê 221.216 kes nexweş ketine û 30.911 kes jî mirine.

Li Îspanyayê 271.095 kes nexweş ketine û 27.104 kes jî mirine.

Li Fransayê 178.225 kes nexweş ketine û 26.991 kes jî mirine.

Li Elmanyayê 173.504 kes nexweş ketine û 7775 kes jî mirine.

Li Swîsreyê 30.413 kes nexweş ketine û 1867 kes jî mirine.

Li Îranê jî 112.725 kes nexweş ketine û 6783 kes jî mirine.Tê diyarkirin ku rayedarên Îranê agahiyên zelal nadin.