Bîlançoya giştî ya bûyerên li Fransayê
Li Fransayê bûyerên ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ya bi destê polîsan destpê kir, di roja 8'emîn de dewam kirin.
Li Fransayê bûyerên ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ya bi destê polîsan destpê kir, di roja 8'emîn de dewam kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, di şeva 8'emîn de li gelemperiya welêt 72 kes hatin destgîrkirin. Li gorî şevek berê ku 157 kes hatibûn destgîrkirin, şeva derbasbûyî kêmtir bû.
Hate ragihandin ku doh bi şev 159 wesayit hatin şewitandin, 24 avahî hatin şewitandin an jî xisar li wan hate kirin.
6 HEZAR WESAYIT, 1100 AVAHÎ HATIN ŞEWITANDIN
Li gorî bîlançoya giştî ya Wezareta Karên Hundir;
12 hezar konteynirên sergo hatin şewitandin,
Nêzî 6 hezar wesayit hatin îmhakirin
Zêdeyî 1100 avahî xisar dîtin an jî hatin hilweşandin.
NÊZÎ 4 HEZAR KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, 3.915 kes hatin destgîrkirin, ji van 1244 kes zarok bûn. Her wiha 374 kes jî derxistin pêşberî dadgeriyê.
Her wiha hate ragihandin ku zêdeyî 200 kargeh bi temamî hatin talankirin, 300 şaxên bankayan hatin îmhakirin.