Bîlançoya felaketa bendavê ya li Brezîlyayê giran dibe

Li Brezîlyayê ji ber hilweşîna bendava bermahiyên madenê 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Servîsên Parastina Sivîl ragihandin ku ji ber felaketê 276 kes winda bûne. Hate ragihandin, hejmara qurbaniyên ku heta niha nasnameya wan eşkere bûye 48 e.

Bendava bermahiyên madenê yên şîrketa Vale ya li Corrego do Feîjao ya li eyaleta Mînas Geraîsê roja Înê hilweşiya bû û bi milyonan ton herî li dora madenê belav bûbû.

Edaleta Brezîlyayê, ji bo çareserkirina zerarên ji ber felaketê rû da, dest danî ser 2.33 milyar euroyê şîrketê.

Felaketeke din a bi heman rengî sala 2015'an li tesîseke din a şîrketa Samarco Mîneracao ya ser bi koma Vale û BHP'ê rû dabû. Felaket li herêmeke bi 100 kîlometreyî li rojhilatê Brûmadînhoyê rû dabû.