Bîlançoya Covîd-19'ê: 252 hezarî zêdetir kes mirine

Li cîhanê ji ber Covîd-19'ê heta vê gavê ji 252 hezarî zêdetir kes mirine Û 3 milyon û 665 hezar kes pê ketine.

Li tevahiya cîhanê heta vê gavê ji 3 milyon û 655 hezarî zêdetir kes bi Covîd-19'ê ketine û kesên ku bi vê nexweşiyê mirine jî zêdetirî 252 hezar kesî ne. Tenê li DYE'yê heta vê gavê 70 hezar kes pê mirine. Pêketiyên Covîd-19'ê jî herî pir li Emerîkayê ne.

Piştî parzemîna Emerîkayê herî pir li parzemîna Ewropayê kesên pêketî û mirî yên ji ber Covîd-19'ê zêde ne. Li Ewropayê 1 milyon û 572 hezar kes bi Covîd-19'ê ketine û  heta vê gavê 145 hezar kes pê mirine.

TIRKIYE

Rejîma Tirk ji ber tirsa aboriya wê ya li ber hilweşandinê îstatîstikên Covîd-19'ê her çendî veşêre jî dîsa jî bîlanço giran dibe. Heta niha rejîma Tirk lê mikur hatiye ku 127 hezar û 659 kes bi vîrûs koronayê ketine û 3461 kes pê mirine. Lê texmîn ew e ku hijmara pêketî û miriyan ji ya ku tê dayin bi gelekî zêdetir be. 

Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar bal kişande ser talokeya koronayê ya li ser girtiyan û got bi deh hezaran girtiyên siyasî bi hêviya mirinê ve hatine hiştin.

Îstatîstikên hin welatên din wiha ye:

EMERÎKA

Pêketî: 1 milyon û 213 hezar
Mirî: Nêzî 70 hezarî dibe

ITALYA

Pêketî: 211 hezar
Mirî: Zêdetirî 229 hezaran

SPANYA

Pêketî: 248 hezar û 300
Mirî: 25 hezar û 400

FRANSA

Pêketî: 170 hezar
Mirî: 25 hezar û 200

INGILISTAN

Pêketî: 190 hezar û 500
Mirî: 28 hezar û 734

ELMANYA

Pêketî: 166 hezar û 199
Mirî: 6993

HOLLANDA

Pêketî: 41 hezar û 87
Mirî: 5168

BELÇÎKA

Pêketî: 50 hezar û 509
Mirî: 8016

SWÎSRE

Pêketî: 30 hezar û 9
Mirî: 1790

ÎRAN

Pêketî: 99 hezar û 970
Mirî: 6340

RUSYA
Pêketî: 155 hezar
Mirî: 1451