Bijîşkan ji bo Îmraliyê bang kirin: Pêwîstî bi destwerdanek lezgîn heye

Koma Xebatê ya Bijîşkan a Kurd-Akadê raporek derbarê girtîgeha Îmraliyê de amadekirin û gotin, pêwîtî bi destwerdaneke lezgîn heye.

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîdek mutlaq de tê ragirtin bi ti awayî agahî nayê girtin. Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ragihandibû ku di sala 2022’yan de serdana Girava Îmralî kiriye, lê rapora ku amade kiriye bi raya giştî re parve nekiriye.  CPT sala 2024'an çû serdana hin girtîgehên li Tirkiyeyê. Lê vê carê neçû Îmraliyê.

Koma Xebatê ya Bijîşkan a Kurd-Akadê derbarê rewşa tendirustî û ewlehiya Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê girtî ne fikarên xwe parve kir û raporek amade kir.

Di raporê de hat da xuyakirin kirin ku destûr nayê dayîn ku bijîşk derbarê rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî bigirin.

Di rapora ku bi sernavê “Di derbarê tenduristiyê de şert û mercên Girtîgeha Gireva Îmraliyê” hat weşandin de hat diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Îmraliyê tê ragirtin û ev tişt hatin gotin, “Bi taybetî ji bo tenduristiyê şert û mercên girava Îmraliyê nayê qebûlkirin. Li gel şert û mercên avûhewayê, şert û mercên siyasî jî ji bo tenduristiyê, rîskeke mezin e. Di qadên tenduristiyê de mafê yekparebûnê nîne. Her wiha ji bo lênihêrîna tibî jî bi têrkerî derfet nîne.

Hewcedarî û daxwazên CPT’yê yên di vî alî de ji aliyê hikûmeta Tirk ve tên piştguh kirin. Dema ku girîngiya siyasî ya Abdullah Ocalan li ber çavan bên girtin, rewş gelekî krîtîk e. Ji ber vê yekê mudaxaleya lezgîn pêwîst e. Divê Birêz Ocalan bi awayekî bêsînor bikaribe xwe bigihîne lênihêrîna tibî. Divê tecrîd demildest bê rakirin."

ÇAR MIJARÊN ESASÎ HATIN RÊZKIRIN

Di rapora ku ji aliyê bijîşkan ve hat amadekirin de çar mijarên esasî hatin rêzkirin:

"1. Şiliya zêde ya li giravê ji bo tenduristiya Birêz Ocalan faktoreke mezin a rîskê ye.

2- Şert û mercên li giravê, destûr dide tenê çend tedbîr werin girtin ku rîskên tenduristiyê yên ku ji avhewayê pêk tên kêm bikin.

3- Li giravê ji bo xwe gihandina xizmetên tenduristiyê, gelek zehmetî hene.

4. Birêz Ocalan di hucreya yekkesî de tê ragirtin ku bandoreke mezin li ser tenduristiya wî ya fîzîkî û derûnî dike."

PÊWÎSTE ŞANDEYEK NAVNETEWEYÎ YA TENDURISTIYÊ SERDANA ÎMARALIYÊ BIKE

Di dawiya raporê de, daxuyaniya bi sernavê "Şer pirsgirêkek a tenduristiya gel e" ya ji aliyê Komeleya Tabîbên Tirk ve di sala 2018'an de hat weşandin hat bibîr xistin û hat destnîşankirin ku ji bo jiyanek bi tendurist hewceye hewirdorên şer û pevçûn bi rêyên aştiyane bên çareserkirin.

Di raporê de ji bo vê rewşê jî ev pêşniyar hatin kirin:  

- Pêwîstî bi şandeyek navneteweyî ku di nava wan de pispor/personelên tenduristiyê heye.

- Divê demildest destûr ji vê şandeyê re bê dayîn ku biçin Girava Îmraliyê.

- Divê CPT helwesteke zelal nîşan bide. Divê rapora li ser serdana Îlona 2022'yan hatî amadekirin, demildest parve bike.

- Divê Konseya Ewropayê encamê ji raporên CPT'yê derîne.

- Divê Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hemû derfetên xwe bi cih bîne.