Bîden jî wê hijmara penaberan kêm bihêle

Serokê DYE'yê Joe Bîden biryar li ser da ku zêdekirina kotaya penaberan a vê salê taloq bike.

Serokê DYE'yê Bîden ku beriya hilbijartinê gotibû wê qotaya penabaran bike 60 hezar soz xwe bi cih neanî û wê kotaya 15 hezar kesî ku Serokê berê Donald Trûmp anîbû, domand.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Bîden Jake Sullîvan ev biryar sparte ser 'ji nû ve avakirina' bernameya qebûlkirina penaberan. Ev bername jî pîr, bî û netendirstan ên li kampên Neteweyên Yekbûyî  (NY) yên li welatên cihê vedihewîne.

Sullîvan got DYE vê gavê kotaya 15 kesî bi vê çarçoweyê wê bi cih bînin û ji bo ku bigihin hijmara penabran ku beriya niha hatiye diyarkirin ew ê bi Kongreyê re bixebitin.

Bîden Sibatê gotibû ew ê tevahiya sala bacê ya li pê me kotaya penaberan hildin 125 hezar kesî.

Jen Psakî, Berdevkê Qesra Spî got ew 'biryardar' in ku hijmara penaberan zêde bikin.