Bi testa xwînê teşxîsa kanserê

Testa xwînê ku dikare zêdeyî 50 cûreyên kanserê tespît bike, bi rengekî girseyî li Îngilistanê wê bê ceribandin.

Testa xwînê ku navê Gallerî lê hatiye kirin, wê nava sala 2021'ê li nava 165 hezar kesî bê ceribandin. Bi rêya vê testê tê xwestin ku zêdeyî 50 cûreyên kanserê bi rengekî zû bê tespîtkirin.

Dîrektorê Sîstema Tenduristiya Neteweyî ya Îngilistanê (NHS) Sîmon Stevens bi daxuyaniyekê ragihand, ku teşxîsa zû ya kanserê di nexweşiyên mîna kansera malzarok û pankreasê de gelekî girîng e û got, "Bi rêya vê testa xwînê wê bi hezaran mirov karibin tedawiyeke bi bandor a kanserê bibînin."

165 hezar kesên tevlî testê dibin di navbera 50-79 salî de ne. Temenê dirêj ji bo kanserê rîskeke mezin e.

Li van kesên navborî wê her sal testa xwînê bê kirin ku hucreyên bi kanser bên tespîtkirin. Bi ceribandina ku wê sê salan dewam bike, wê bê tespîtkirin ku testa xwînê çiqasî bi bandor e.

Li Îngilistanê her sal zêdeyî 200 hezar mirov ji ber kanserê jiyana xwe ji dest didin. Bi testa nû tê xwestin ku ev hejmar bê kêmkirin.