Bi sedan milyon dolarên ku dîktator revand wê bên vegerandin

Yek ji serkêşên dîktatoriya leşkerî ya salên 1990'î ya li Nîjeryayê Sanî Abacha bi sedan milyon dolar ji welatê xwe revandibû. Biryar hate wergirtin ku ew pere li Nîjeryayê bê vegerandin.

Sanî Abacha di sala 1993'an de bi darbeya leşkerî dest danîbû ser rêveberiyê û heta sala 1998'an dema kuştina wî, dewlemendiya Nîjeryayê derxistibû derveyî welat.

Di sala 2018'an de 300 milyon dolar ji Swîsreyê li Nîjeryayê hatibû vegerandin. Di encama danûstandinan de pereyê din ê ku Sanî Abacha revand wê li Nîjeryayê bê vegerandin.

Di encama danûstandinên bi Giravên Jersey re ku di bin çavdêriya DYE'yê de hatin kirin, hate ragihandin ku 308 milyon dolar wê li Nîjeryayê bên vegerandin.

Sanî Abacha 5 salan li ser desthilatdariyê ma. Kurê wî û hin hevkarên wî di  nava 5 salan de bi navbeynkariya saziyên malî yên Emerîkî pere ji Nîjeryayê derxistibûn.