Bi sed hezaran kraterên ji gaza metanê li Derya Bakur hatin dîtin

Li derdora girava Helgoland a li bakurê Elmanyayê lêkolîn hate kirin û di encamê de hat dîtin ku bi sed hezaran kratên ji gaza metanê hene. Derket holê, ku beşeke girîng a metana li van krateran li nava xwezayê belav bûye.

Li gorî lêkolîna ji aliyê Zanîngeha Bremenê ve hate kirin û li Scîentîfîc Reportsê hate weşandin, li herêma bi navê Kendava Elman (Deûtsche Bûcht) a li Derya Bakur, bi sed hezaran krater hatine tespîtkirin.

Lêkolîn li binê deryayê ya herêma dora girava Helgolandê hate kirin û di encamê de hate dîtin ku serê her kîlometreçargoşeykê 450 krater hene. Hat tespîtkirin ku ji van kraterên mezinahiya wan 140 metreçargoşe ne, gaza metanê tê.

Li gorî lêkolînê, li qada ji 915 kîlometreçargoşeyî bi qasî 400 hezar krater hatine dîtin û ji ber zêdehiya metanê ya li vê derê, navê 'Pockmark' lê hatiye kirin.

Di lêkolînê de hat destnîşankirin, ku gaza ji kraterên li dora girava Helgolandê derketiye, tê texmînkirin ku bi qasî 5 hezar ton e. Ev jî tê wê wateyê, ku du ji sê parên temamiya gaza metanê ya salekê li Derya Bakur derdikeve.