Bi saya gerstêrka biçûk dibe ku gerstêrka 9. bê dîtin

Hate ragihandin, gerstêreke biçûk a ku sala 2015'an hate kifşkirin, ji bo tespîtkirina gerstêrka 9. a li nava Sîstema Rojê, qonaxeke girîng e.

Sala 2015'an gerstêrekek biçûk hatibû dîtin, ku tê texmînkirin, ev gerstêrk heta ku carekê li dora Rojê bigere 40 hezar sal derbas dibin. Lê belê ji bo tespîtkirina hemû taybetmendiyên vê gerstêrkê, divê fetla wê ya hêdî were şopandin.

Li gorî daxuyaniya Mînor Planet Center a ser bi Yekîtiya Astronomî ya Navneteweyî (IAÛ), hebûn gerstêrka biçûk a bi navê '2015 TG387' bi rengekî fermî hate pejirandin.

Ev gerstêrka biçûk bi 300 kîlometreyî mezin e û ji mesafeya navbera Cîhanê û Rojê bi 80 qatî ji Cîhanê dûrtir e. Ji ber mezinahiya rêgeha gerstêrka 2015 TG387, dûrketina wê ya ji cîhanê carna bi 2300 qatî zêdetir dibe.

Gerstêrka bi navê 2015 TG387, dema ku carekê li dora Rojê dizîvire, 40 hezar sal derbas dibe.

Pisporan mezinahiya rêgeha gerstêrka biçûk hesab kirin û bi saya vê yekê texmîn dikin ku di nava Sîstema Rojê de dibe ku gerstêrka 9. a ku nehatiye tespîtkirin hebe.

Tê texmînkirin, gerstêrka 9. a ku hîn nehatiye dîtin, dibe ku bi çend qatî ji cîhanê mezintir be.