Bi hezaran kesî li Bexdayê êrişî Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê kirin

Piştî ku DYE'yê bombe li hêza milîs a alîgirê Îranê barand, li paytexta Iraq Bexdayê bi hezaran kesî berê xwe dan Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê.

Bi hezaran kesî êrişî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê kirin û ala Emerîkayê şewitandin, kamerayên sefaretxaneyê ji şûna wan rakirin û dirûşma "Mirin ji Emerîkayê re" qîriyn.

Çalakgerên ku ji bo 25 kesên di êrişên hewayî de hatin kuştin merasîma cenaze kirin, bendên kontrolê yên Herêma Kesk derbas kirin.

Lê belê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ketin navbera deriyên sefaretxaneya bilind û çalakgeran. Di nava çalakgeran de ku ji milîsên Haşdî Şabî yên bi unîforma pêk tên, her wiha jinên bi alên Haşdî Şabî û Iraqê jî hebûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Divê parlamenta Iraqê yekîneyên Emerîkayê biqewirîne, naxwe em ê biqewirînin" hate hildan.

Balafirên şer ên Emerîkî di 29'ê Kanûnê de bombe li pênc kampên Tûgayên Hîzbûllahê yên li nava koalîsyona Haşdî Şabî barandibûn ku nêzî Îranê ne. Di encama bombardûmanê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî Haşdî Şabî hin kesên jiyana xwe ji dest dan fermandarên wan bûn.