Firoşkariya online mezaxtina pakêtên karton û plastîk zêde dike

Vê serdemê her ku diçe firoşkariya li ser înternetê zêde dibe, ev jî bi xwe re tîne ku bi milyonan pakêtên karton û plastîk were mezaxtin.

Li gorî reqemên li Elmanyayê 2017’an hijmara pakêtên posteyê bi taybetî ji ber firoşkariya online 6,1 ji 100’î zêde bûne. Bi vî rengî bi giştî 3,3 milyar paket hatine şandin.

Li gorî daneyên Bîekê (Yekîtiya Pakêt û Lojîstiya Bilez a Elmanyaya Federal) ji ber sedema ku her ku diçe bazara li ser online zêdetir tê kirin, pakêtên têne postekirin zêde dibin. Li gorî Bîekê ev hijmar di sala 2022’an de wê bibe 4,3 milyaran.

Serê her şandina pakêtekê 5 euro 78 sent tê dayin, bandora vê ya li aboriya Elman berbiçav e lê her wiha ji  ber firoşakariya online pakêtên karton û plastîk pir têne bikaranîn. Ji ber sedema ziyana wê ya li derdorê fikaran çêdike. Ji ber ku imrov êdî berhemên jirêzê jî di ser înternetê re dikirin û ev jî bikaranîna pakêtan, ku zêdetir bikaranîna madeyên xam bi xwe re tîne.