Bi drone û fuzeyên balîstîk êrîşî Rîyadê hate kirin

Hate diyarkirin ku bi dehan drone û fuzeyên balîstîk êrîşî Siûdî Erebistanê hatiye kirin.

Koalîsyona Ereban a ku bi pêşengiya Siûdî Erebistanê tevlî şerê li Yemenê bûne, diyar kirin ku wan pêşiya drone û fuzeyên Hûsiyan girtine û îmha kirine. Hate diyarkirin hedefa fuzeyeke balîstîk Rîyad bû.

Hûsiyên ku Îran piştgiriyê didin wan, diyar kirin ku wan êrîşeke berfireh birine ser Siûdî Erebistanê lê kitekitên êrîşê nehate zelalkirin.

Koalîsyona Ereban diyar kir ku 8 dronên teqemenî lê hatibûn barkirin û sê fuzeyên balîstîk îmha kirine.

Berdevkê koalîsyonê albay Turkî El Malîkî diyar kir ku fuzeya çaremîn jî ji Sanayê ya ku paytexta Yemenê ye ber bi Rîyadê hatiye avêtin û hedefa vê fuzeyê qadên sivîlan bû.

Di Îlona 2019’an de li dijî tesîsa Aramco a petrolê ya Siûdî Erebistanê êrîşeke berfireh hatibû kirin û hilberandina petrolê nîvenîv kêm bûbû. Hûsiyan ev êrîş li xwe girtin û lê DYE’yê xistibû stûyê Tehranê.

Koalîsyona Ereban a ku bi pêşengiya Siûdî Erebistanê didome, ji sala 2015’an û vir ve li dijî Hûsiyan şer dike. Îran piştgiriyê dide Hûsiyan. Hûsiyan di sala 2014’an de rejîma li welat hilweşandin û dest danîn ser herêmeke berfireh.

Siûdî Erebistan û tifaqên wê jî li dijî Hûsiyan şer dike û hewl dide bandora Îranê kêm bike. Ji ber vî şerî li Yemenê krîzeke giran a mirovî heye.