Bi dehan saziyan ji ber krîza însanî ya li Yemenê hişyarî dan

Yemen ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke 'mezintirîn krîza însanî' hatibû ragihandin. Bi dehan saziyên alîkariyê ji bo Yemenê bang kirin û xwestin, ji bo rizgarkirina bi milyonan kesî şer bê rawestandin.

Li Yemenê ji sala 2015'an û vir ve şerekî navxweyî diqewime ku dewletên herêmê jî tevlî bûne. Herî kêm 14 milyon mirov di nava lepên birçîbûnê de ne.

Care International, Oxfam, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH), Action Contre la Faim, Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) û gelek komeleyên Yemenî jî di nav de 35 saziyên civakî yên sivîl daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Yemenê ku nifûsa xwe 28 milyon e, li ser 14 milyon kesî metirsiya birçîbûnê heye û hate xwestin ku şer tavilê bê rawestandin.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, "Pêwîstî bi wê yekê heye ku ji her demê bêhtir bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê".

BERPIRSYARIYA JI BER FIROTINA ÇEKAN

Di daxuyaniyê de bang li hikumetên herêmê û cîhanê jî hate kirin ku bes çekan bifiroşin Yemenê.

Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin ku di firotina çekan a ji bo Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî de, welatên çekan difiroşin bi berpirsyarî tevbigerin.

Rêxistinên civakî yên sivîl diyar kir, ji bo firotina çekan divê li ser welatên çekan bikirin bê ferzkirin ku li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî tevbigerin.

Di daxuyaniyê de wekî din hate gotin, her şêweyên komkujiya sivîlan û binpêkirina hiqûqa însanî ya navneteweyî bi zimanekî tund bên mehkûmkirin.

Saziyan diyar kirin, krîza li Yemenê encama afeteke xwezayî nîne û gotin, astengiyên ku aliyên şer datînin pêşiya xurek, sotemenî, malzemeyên tibî û alîkariyên din, rê li ber krîzê vekirine.

Li Yemenê ji sala 2015'an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve zêdeyî 10 hezar kes mirin. Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku li Yemenê mezintirîn krîza însanî ya cîhanê heye.