Bi dehan penaberên berê xwe dan Ceûta, birîndar bûn
Zêdeyî hezar penaberî duh danê sibehê hewl dan xwe bigihînin enklava Spanyay Ceûta ku ji aliyê axa Fasê ve dorpêçkirî ye. Di vê hewldana neserketî de bi dehan polîs û penaber birîndar bûn.
Zêdeyî hezar penaberî duh danê sibehê hewl dan xwe bigihînin enklava Spanyay Ceûta ku ji aliyê axa Fasê ve dorpêçkirî ye. Di vê hewldana neserketî de bi dehan polîs û penaber birîndar bûn.
Bi qasî 1.100 penaberên ji welatên Afrîka Sahara duh danê sibehê li dora Ceûta li hev civiyan û hewl dan bi dîwarên bi têlan hatine girtin rapelikin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Ceûta, penaberan danê sibehê hewl dan ji têlên destpêkê yên li dora bajêr derbas bibin. Di vê bûyerê de, ku ji nişka ve rû da bi qasî 50 wezîfedarên ewlekariyê yên Fasî û hin penaber birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, penaberan bi çoyên ji hesin û keviran êrîşî polîsan kirin û 6 polîsên Spanyayî jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyê, tevî ku 100 penaberan ji qonaxa yekemîn a têlan derbas bûn jî, nekarî ji dîwarê parastinê yê duyemîn derbas bibin.
Du penaberên bi giranî birîndar bûn sewkî nexweşxaneya li Ceûta hatin kirin.
Bajarê Ceûta ku li bakurê Fasê ye, bi têl û dîwaran girtî ye. Ceûta û bajarê din ê Spanyayê Melîlla, ji bo penaberên li Fasê derbasî nava axa Yekîtiya Ewropayê bibin, weke enklavê tên bikaranîn.
Di meha Kanûnê de bi qasî 400 penaberan hewl da bûn ji têlên li dora Ceûta derbas bibin.