Bi dehan çeteyên Boko Haram li Nîjerê teslîm bûn
Tevî serketinên girîng ên artêşa Nîjeryayê li dijî çeteyên Boko Haram, operasyonên artêşa Nîjerê jî dewam dikin.
Tevî serketinên girîng ên artêşa Nîjeryayê li dijî çeteyên Boko Haram, operasyonên artêşa Nîjerê jî dewam dikin.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Nîjerê, li herêma Dîffa ya li ser sînorê Nîjeryayê zêdeyî 30 çeteyên Boko Haram teslîm bûne.
Wezîrê Karên Hundir Bzaoûm Mohamed di dema serdana herêma Dîffa de ragihand, ji çeteyên nikarin xwe li ber operasyonan bigirin 31 teslîm bûne. Wezîr diyar kir, çeteyên ku ji Sibata 2015'an û vir ve êrîşî hêzên Nîjerê dikin, cara yekê ye di vê astê de neçar mane teslîm bibin.
Mohamed da xuyakirin, 26 ji çeteyên teslîm bûne mêrên welatiyên Nîjerê, sê jî jin in. Hat ragihandin, jineke din a welatiya Nîjeryayê, yek ji kesên teslîm bûne.
Li gorî rayedarên Nîjerî, reva ji nava çeteyên Boko Haram wê dewam bike, ku van çeteyan ji sala 2015'an û pê ve di berdêla pere de ciwanên xizan ên li herêma Dîffayê didan şerkirin.
Nîjerya, Nîjer û Komara Çadê yên li dora Gola Çadê ne, di meha Tîrmehê de dest bi operasyonan kiribûn û derbên giran li hebûna çeteyan a li vê herêmê xistibûn. Herî dawî artêşa Nîjeryayê di hefteya bihurî de li Daristana Sambîsayê operasyonek bi rê ve bir û baregeheke girîng a çeteyan a bi navê Camp Zero xistibû.
Li herêma Dîffa ya Nîjerê, 300 hezar penaberên ji Boko Haram reviyan, hê jî di nava şert û mercên giran de hewl didin bijîn.
Rêxistina Boko Haram ku ji sala 2009'an û vir ve li bakurrojhilatê Nîjeryayê komkujiyan dike, par ragihandibû ku ew bîatê ji çeteyên DAIŞ'ê re dike. Di komkujiyên ji aliyê çeteyan ve hatine kirin û şerê bi hêzên artêşê re, heta niha z3edeyî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.