Bi deh hezaran kes tevlî merasîma li Tehranê bûn

Ji bo generalê Îranî yê payebilind Qasim Silêmanî yê li Bexdayê ji aliyê DYE'yê ve hate kuştin, li Tehranê merasîmek pêk hat û bi deh hezaran kes tevlî bûn.

Ji gelek bajarên Îranê mirov ji bo Silêmanî li Tehranê li hev kom bûn. Kolanên Şoreşê û Azadiyê û yên derdora wê bi mirovan tijî bûn. Di merasîmê de alên Îran, Lubnan û Iraqê û posterên Silêmanî hatin hildan.

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney ku xemgîn xuya dikir, ji bo Silêmanî, Fermandarê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs û çar Îraniyên din ên hatin kuştin bi Erebî dua kir. Serokkomar Hasan Rûhanî, Serokê Parlamentê Alî Larîcanî û Şefê Mûxafizên Şoreşê Huseyîn Salamî jî tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de dirûşma "Mirin ji Emerîkayê re" hate qîrîn. Şefê buroya siyasî ya rêxistina Îslamî ya Filistînî Hamasê Îsmaîl Haniye tevlî merasîmê bû.

Mîna merasîma roja Yekşemê ya li Meşedê Mûxafizên Şoreşê di vê merasîmê de jî li ser qemyonan li refên pêş bûn. Her wiha kefiye, gomlek û kincên din ên bi darbestan ve kirin li girseya gel belav kirin.

Li gorî televîzyona dewletê bi milyonan kes daketin qadan. Televîzyonê ev rewş bi gotina "Raperîneke mîna wê nehatiye dîtin" li paytext Tehranê pêk hat, pênase kir.

Di vê navberê de li gel gefên ku her du alî li hev dixwin, rejîma Îranê piştî kuştina Silêmanî di çarçoveya peymana nukleerê de qonaxa "pêncemîn û dawî" da destpêkirin. Hate eşkerekirin ku li gorî vê qonaxê hemû astengiyên li pêşiya hejmara santrîfuj a ji bo dewlemendkirina ûranyûmê hatine rakirin.