Bi deh hezaran kes li Tehranê ji bo Silêmanî kom bûn

Piştî ku DYE Fermandarê Hêza Qudsê ya Zêrevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî li Bexdayê kuştin, li paytexta Îran Tehranê bi deh hezaran kes daketin kolanan.

Piştî nimêja Înê bi deh hezaran kes li kolanên paytext Tehranê kom bûn û dirûşmeya “Ji Emerîkayê re mirin” berz krin. Li aliyê din posterên Qasim Sîlêmanî hatin hildan.

Bi deh zaran bi yek dengî gotin; “Tewerê xirabiyê Emerîka ye, leîtmotivê Ol û Quran ê ji ‘Emerîka re’ mirin.”

Di çalakiyê de komekê alaya Emerîkayê şewitand. Li aliyê din giriyê hinek kesan jî xuya kir.

Di nava çalakgeran de fermandarê berê yê Zêrevanên Şoreşê Mûhsen Rezayî ji hebû. Li aliyê din bi dehan endamên Zêrevanên Şoreşê beşdarî çalakiyê bûn.