Bi deh hezaran Arjantînî li dijî peymana bi ÎMF'ê re daketin kolanan

Jinûve destpêkirina danûstandinên hikumeta Arjantînê bi Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) re ya li ser deynên welêt, bû sedem ku bi deh hezaran kes dakevin qadan.

Bi deh hezaran kes roja Şemiyê daketin kolanên paytexta Bûenos Aîresê û dirûşmên "Na ji peymana bi ÎMF'ê re" û "Deyn li ser gel e, ne li ÎMF'ê ye" qîriyan.

Qada Plaza de Mayo ku bi rêxistinên çep ên radîkal, sendîkavan û xwendekaran tijî bû, li nêzî Qesra Serokkomariyê Casa Rosada ye.

Di meşê de nerazîbûn ji ÎMF'ê re hate nîşandan, her wiha hikumeta çepgir a navendî jî hate sûcdarkirin ku amadekariyan dike ji bo deynê ji 44 milyar dolarî yê welêt heta sala 2024'an jinûve binirxîne. Li vî welatê ku ji sedî 40 ê nifûsa welêt xizane, ev peyman wê weke polîtîkayên nû yên teserûfê li gel vegere.

Tevahiya hefteyê heyetek ji Arjantînê li Washîngtonê bi ÎMF'ê re civîn li dar xist. Hikumet divê heta dawiya salên planeke aboriyê pêşkêşî parlamentê bike.