Berxwedana li Fransayê ya li dijî reforma teqawîtbûnê dewam dike

Di hefteya dawî ya beriya sersalê de jî rêyên hesinî yên Fransayê û gelek amûrên veguhêziya giştî wê bikevin grevê.

Li dijî projeya reforma teqawîtbûnê ya hikumeta lîberal, ji 5'ê Kanûnê ve şîrketa rêyên hesinî ya Fransayê SNCF û şîrketa RATP a xeta Parîsê û derdora wê tevî bi deh hezaran xebatkarên xwe dawiya vê hefteyê jî dikevin grevê. Li gorî daxuyaniya SNCF'ê ji her 10 seferên trena bi lez (TGV) wê 6 jê pêk were.

Di xeta trenê ya li paytext Parîsê û derdora wê (Transîlîen) jî wê ji her 5 seferan tenê yek pêk were. Ev rewş wê heta êvara Yekşemê dewam bike. Her wiha xetên metro yên li navenda Parîsê jî wê nexebite.

Ji trenên herêmên li derveyî paytextê jî (TER) wê tenê sê ji deh seferan pêk were. Roja Yekşemê jî wê çar ji dehan pêk were.

Greva li rêyên hesinî çalakiyên li dijî reforma teqawîtbûnê yên sala 1995'an ku 3 hefteyan dewam kir, li pey xwe hişt. Tevî vê yekê hikumetê û sendîkayan hîn li hev nekirine.