Belçîka: Divê têkliyên Tirkiye- YE bi dawî bînin
Serokwezîrê Belçîka Mîchel ragihand ku pêwîste têkliyên Tirkiye-Yekitiya Ewropa bêne qûtkirin.
Serokwezîrê Belçîka Mîchel ragihand ku pêwîste têkliyên Tirkiye-Yekitiya Ewropa bêne qûtkirin.
Serokwezirê Belçîka Charles Mîchel wiha got: “Yekitiya Ewropa (YE) tenê bi krîza penaberan ve girêdayî Tirkiyeyê ye. Tirkiye bi xala herî zeyîf me bi xwe ve girê dide. Di rastiyê de Tirkiye di aliyê aboriyê de girêdayî me ye, lê belê em weke wan, gefan naxwin.”
Michel diyar kir Tirkiye ji DYA’ê yê 3 mîlyar Euro daxwaz kiriye, lê belê heta niha jî li gorî şert û mercan tev ne geriya ye û daxwaz kir ku mûzakereyên bi Tirkiyeyê re werin qutkirin.
Serokwezîr Michel wiha got: “Pêwîste hevpeymana penaberan a bi Tirkiyeyê re were lêpirsin kirin. Lêpirsina sînorên me yê derve ne ma ye ji Erdogan re, ji bo pêşerojê pêwîste em ji bo parastina sînorê xwe bixebitîn û heta ku ewlehiya Ewropayê ji bikin bin garantiyê de.”