Belaya têkiliya bi Qetarê re

Tayyip Erdogan ditirse ku rejîma heyî ya Qetarê têk biçe û bi vê yekê re hemû têkiliyên wan yên qirêj derkevin holê. Ji ber vê yekê jî ji emîrê Qetarê re pêşniyaz dike ku heta karibe li ser lingan bimîne, bila tawîzan bide. 

Dema ku dewletên Ereb ji bo Qetarê diyar kiribûn qediya. Qetar mîna ku li ber xwe dide tevdigere; lê belê di rastiyê ketiye nava hewldana lihevkirin û xwe rizgarkirinê. Ji lihevkirinê wêdetir Qetar wê teslîmê dewletên din ên Ereb bibe. Ji bilî vê yekê rêyeke din a Qetarê tune ye. Bi berxwedana li dij dewletên Ereb wê nikaribe rizgar bibe. Emîrê Qetarê ev yek fêhm kiriye. Dît ku Tirkiye an hêzeke din wê nikaribe wê ji rewşa tengav rizgar bike. Jixwe, Tirkiyeyê jî ku dît Qetar nikare li ber xwe bide pêşniyaza lihevkirinê ya bi dewletên Ereb re li Qetarê kir. Gav bi gav sistbûna Qetarê ji ber van hişyarkirin yan pêşniyazên Tirkiyeyê ye. Derdê Tirkiyeyê ne Qetar e; Tirkiye dixwaze xwe rizgar bike. Tirkiye bi dayina tawîzên mezin jî be, li ser lingan mayina rêveberiya niha ya Qetarê girîng dibîne. Bi vê yekê re ne mîna berê be jî dixwaze bi pereyên Qetarê pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bike. 

Tayyip Erdogan ditirse ku rejîma heyî ya Qetarê têk biçe û bi vê yekê re hemû têkiliyên wan yên qirêj derkevin holê. Ji ber vê yekê jî ji emîrê Qetarê re pêşniyaz dike ku heta karibe li ser lingan bimîne, bila tawîzan bide. Tayyip Erdogan uslûba xwe ya tund a rojên destêpêke berdaye; emîrê Qetarê teşwîq dike ku heta asta karibe li ser lingan bimîne, tawîzan bide. Difikire ku bi vî şêweyî wê sûcên wî dernekevin holê û ji niha û pê ve jî wê karibê ji Qetarê sûdê wergire. Sedema ku Tayyip Erdogan plan dike di demeke kin de welatên kendavê yên li dij Qetarê helwest girtine, ziyaret bike jî ev yek e. 

Gelo Qetar wê hevkariya xwe ya qirêj bi Tirkiyeyê re bidomîne? Wê dewletên Ereb tercîh bike yan Tirkiyeyê? Ya rast, paşeroja Qetarê girêdayî vê tercîhê ye ku wê bike. Heger Qetar têkilî û hevkariya bi Tirkiyeyê re tercîh bike, ne hêsan e ku xwe rizgar bike. Ya rast di rewşa heyî de Tirkiye bi rewş û pozîsyona xwe di rewşeke ji ya Qetarê jî girantir de ye. Ji ber vê yekê jî dixwaze Qetarê bi dewletên Ereb re bigihînê lihevhatinekê û xwe rizgar bike. Lê belê dewletên Ereb vê plan yan manewraya Tirkiyeyê dibînin. Difikirin ku Tayyip Erdogan heger ji rewşa heyî ya tengav rizgar bibe, wê dîsa ji bo wan bibe pirsgirêk. Ji ber vê yekê jî wê têkiliyeke Qetarê ya Tirkiyeyê rizgar bike, qebûl nekin. Wê ji Qetarê re bibêjin biryara xwe bide û tercîha xwe bike. Heger Qetar têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re bibire, wê demê wê deriyê hilevhatinê jê re vekin. Ji ber vê yekê jî îhtîmaleke lewaz e ku Tirkiye sûdê ji sefera xwe ya kendavê bigire.  Dewletên Ereb rastiya Tayyip Erdogan nas kirine. Ji ber vê yekê jî wê ji dek û dolab, taktîk yan nîşandana nermbûnekê bawer nekin. Ji ber ku krêdiya xwe bi polîtîkayên erzan ên salên dawî qedandiye. 

Qetarê bi DYE´yê re lihevhatinek kiriye. Lê belê maneya vê lihevhatinê ne ew e ku ew ê pirsgirêkên xwe yên bi welatên din ên Ereb re çareser bike. Ne mumkin e ku bi têkiliya bi DYE´yê re helwêstên welatên din ên Ereb pûç bike û bike ku dev ji vê helwêsta xwe berdin. DYE´yê bi lihevkirina xwe ya bi Qetarê re ev peyam daye: "Heger tu dev ji siyasetên ku heta îro tu bi rê ve dibî berdî, di warê siyasî de biya welatên din ên Ereb bikî, tu dikarî xwe li ser piyan bigirî". Herçî helwêsta Qetarê ye bi vê lihevkirinê, wiha ye: "Heger hûn rêveberiya min a heyî qebûl bikin, ez amade me biya we bikim". Yekane derdê emîrê Qetarê niha ew e ku desthilatdariya xwe dewam bike. Li Qetarê parastina desthilatdariyê ji her tiştî şîrîntir e. Emîrê Qetarê jî ji bo ku li desthilatê bimîne wê her tawîzê bide û gavê bi paş ve biavêje. Helbet di nava van tawîzan de ye ku dev ji têkiliyên xwe yên qirêj ên bi Tirkiyeyê re berde, êdî aboriya Tirkiyeyê bi pereyên Qetarê li ser piyan negire. Dibe ku ev bi awayekî eşkere neyê îfadekirin, lê belê ev li gorî xwezaya krîzê ye ku bi wê dev ji têkiliyên heta îro bi Tirkiyeyê re hatine danîn bidin berdan û ew jî dev ji van têkiliyan berde.

Maneya dawiya têkiliyên Tirkiyeyê bi Qetarê re rûxuyana aboriya Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê Tayyip Erdogan di nava panîkeke mezin de ye. Ji bo ku karibe têkiliya xwe ya bi Qetarê re di asteke diyar de li ser piyan bigire, diperpite. Bi wî rengî ku heger pereyên germ ên Qetarê yên diherikîn nava Tirkiyeyê êdî ji niha û pê ve qut bibin, heta ji Tirkiyeyê bireve, hingê dibe ku aboriya Tirkiyeyê mîna xirbeyekî piştî rûxiyanê li meydanê bimîne. Niha hewl didin ku bi hin tedbîran rûxiyana aboriyê asteng bikin jî, heger hanefiyên pereyan ên li Qetarê bên girtin, aboriya Tirkiyeyê wê rip û rût li holê bimîne.

Qetar wisa hizirî ku bi pereyên xwe Tirkiyeyê bi kar bîne û li Rojhilata Navîn veguhere hêzeke siyasî. Wê xwe da nav avên ji qama wê dibihurin. Tirkiyeyê jî xwest bi pereyên Qetarê aboriya xwe xurt bike, û hêza xwe ya siyasî li Rojhilata Navîn zêde bike. Dema xwest vê bibe serî jî, berjewendiyên delwetên herêmê û hêzên navenetweyî aciz kirin, heta zirar li wan kir. Lê belê kum ji serî ket û keçeliya wê jî li meydanê ye. Hem dewletên Ereb hem jî hêzên navneteweyî gelek hêrs bûn ji wê yekê ku Qetar û Tirkiye karên ku ji wan zêde ne bikin. Ji ber vê yekê ne tenê Qetar, Tirkiye jî kete wê rewşê ku hesabê van têkiliyên qirêj û siyasetên xwe xurt û karîgerkirinê bidin. Wê qurnaziya gundîtiyê û dek û dolabên wan weke bombeyekê bi wan de teqiyan. 

Tayyip Erdogan hem li hundir û hem li derve siyaseteke wisa meşandiye ku bi dek û dolaban, bi qurnaziyan, hesabên veşartî û qirêj her kesî bixapîne û xwe xurt bike. Lê belê, maskeyê li ber rûyê wî hem li hundir û hem li derve ketiye û teşhîr bûye. Ev jî destpêka dawiya seltanata Tayyip Erdogan e.  Êdî ne Devlet Bahçeli û ne jî dostên wê yên din dikarin Tayyip Erdogan xilas bikin. Ew ê berdêla qurnaziya gundîtiyê û siyasetvaniya bajarokan bide.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA / SALIH CÛMA PÎR