Belarus: 18 sal cezayê girtîgehê li lîderê muxalefetê hate birîn

Lîderê muxalefeta Belarusê Sergei Tikhanovsky ku li dijî Lukashenko çalakiyên protestoyî li dar xist, bi 18 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Piştî rûniştina li pişt deriyên girtî, Sergei Tikhanovsky bi sûcdariya "Raperîna girseyî li dar xistiye" û dijminatiya civakî sor kiriye bi 18 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.

Tevî Tikhanovsky her wiha pênc muxalîfên din jî hatin darizandin û ji 14 sal heta 16 salan cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

Li gorî qanûnan di nava 10 rojan de îtiraz li biryarê dikare bê kirin.

Tikhanovsky ê 43 salî ku aktîvîst û nivîskarekî blogê yê navdar e, Gulana 2020'î namzetiya xwe ya ji bo serokkomariyê eşkere kir, lê piştî demeke kurt hate girtin.

Hevsera wî Svetlana Tikhanovskaya kete şûna wî, lê belê li hemberî Alexander Lukashenko yê ku 25 sal in bi gumanbarî Belarusê bi rê ve dibe, meha Tebaxê ya heman salê winda kir.

Svetlana Tikhanovskaya rojek piştî hilbijartinê ji ber fikara li ser jiyana xwe tevî zarokên xwe hate sirgûnkirin. Niha jî li Litvanyayê li sirgûnê ye.

Svetlana Tikhanovskaya rewatiya dadgeha ku hevserê wê darizand lêpirsîn kir û diyar kir ku cezayê hatiye birîn 'tolhildana şexsî' ya Lukashenko ye.

Ajansa nûçeyan a dewletê ya Belarusê ragihand ku biryar roja Sêşemê li bajarê Gomelê yê li başûrrojhilatê welêt ji aliyê dadgehekê ve hatiye dayin.

Muxalîfên sereke yên Belarusê ya hatin girtin yan jî neçar hatin hiştin ku welêt biterikînin.