Bêkariya li Fransayê kêm dibe

Li Fransayê, ku bi meha Çileyê re wê rojeva bingehîn hilbijartin be, dereng jî be rewşeke ku kêfa Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê ye bîne, rû da.

Li gorî daneyên meha Mijdarê, hejmara bêkarên li gelemperiya welêt bi 30 hezarên din kêm bû û hejmara bêkarên nîvê rojê dixebitin, zêde dibe.

Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Xebatê ve hatin weşandin, tevî herêmên li aliyê din ê deryayê, 31 hezar û 800 bêkar kêm bûn û hejmara giştî ya bêkara daket 3,7 mîlyonî. Hejmara bêkaran di nava sê mehên dawî de bi rêk û pêk kêm dibe. Ji Mijdara 2015'an û vir ve 125 hezar 400 bêkar dest bi kar kirin.

Lê belê, tevî kêmbûna hejmara mirovên bi temamî bêkarin, zêdebûna hejmara mirovên çend saetên rojê dixebitin, balê dikişîne. Hejmara mirovên mehê kêmî 78 saetan, ya jî kêmî 151 saetan dixebitin û neçar in li kar bigerin, bi 17 hezarî zêde bû.

Serokkomarê ji PS Françoîs Hollande, dema dest bi wezîfeyê kir, soz dabû ku ji dawiya sala 2013'an û pê ve wê bêkarî kêm bibe. Heta dawiya sala 2015'an zêdebûna hejmara bêkaran sekinî, lê kêmbûna hejmara bêkaran a dihate payîn, pêk nehat. Ev kêmbûn di çaryeka sêyemîn a îsal de rû da.

Hollande ku encama li bendê bû bi dest nexist, hefteya bihurî daxuyaniyek da û diyar kir, ew ê di hilbijartina meha Nîsanê de nebe namzet. Bi vî rengî bû yekem Serokkomar ku careke din nebû namzet.