Bêçekbûn: Pûtîn amade ye ku diyalogeke xurtir bi DYE re pêk bîne!

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, di mijara bêçekbûn û aramiya stratejîk de ew amade ne bi DYE'yê re diyalogeke xurtir pêk bînin.

Pûtîn ji rojnameya Corriere della Sera ya Îtalyayê re axivî û got, "Wergirtina tedbîrên berbiçav di mijara bêçekbûnê de bi dîtina min wê aramiya navneteweyî xurtir bike."

Pûtîn diyar kir, Rûsya xwedî îradeya siyasî ye ku vê yekê bike û got, niha dora biryardanê ya DYE'yê ye.

Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn anî ziman ku hefteya derbasbûyî di dema civîna bilind a G20 de ya li Osakayê wî ji Trump re qala vê mijarê kiriye û got, "Xuya ye Washingtonê beriya demeke kurt der barê xurtkirina diyaloga bi Rûsyayê re ya di çarçoveya bernameyeke stratejîk a berfireh de fikiriye."

Pûtîn beriya vê daxuyaniya xwe Çarşemê qanûna ku peymana hêzên nukleerê yên bi menzîla navîn INF betal dike, pejirandibû.