‘BBC li gorî rêgeza wekheviya dahata jin-zilam tevnegeriya’

Yek ji qenalên herî bi nav û deng yê cîhanê BBC ku li dijî xebatkarên xwe yên jin cudahiyê dike bi biryara dadgehê carek din hate tomarkirin (tescîlkirin).

BBC ya ku dibin sêwana Qralyeta Yekbûyî û bi desteka dewletê weşanê dike di heman demê de yek ji saziya weşanê ku di cîhanê de bi nav û deng e. Li dijî polîtîkaya qenalê ya dahata wekhev ya jin-zilam nerazîbûn tê nîşandan.

Beriya ku edîtor Carrî Garcîa ku li Çînê kar dike sala 2018’an bi hinceta li gorî rêgeza wekheviyê tevnegeriyaye îstifa bike, di sala 2017’an de li gorî lîsteya mûçeyê ku hate weşandin derket holê ku jin ji zilaman mûçeyeke kêmtir digrin û kar dikin.

DADGEHÊ PÊŞKÊŞVANA JIN MAFDAR DÎT

Pêşkêşvan Samîra Ahmed ku li BBC bernameyekî Newswatch pêşkêş dike, li dijî qenal ku  di bernameyekî mîna hev 7 qat zêdetir mûçe dide hempîşeyê wî yê zilam doz vekiribû. Ahmed ku li beramberî serê bernamê 440 sterlîng digirt li dijî dayîna mûçeyê 3 hezar sterlîng ji bo pêşkêşvan Jeremy Vîne ku heman bernameyê pêşkêş dike derketibû. Ahmed daxwaza tazmînata 700 hezar sterlîn ku heta roja îro ferqa di navbera wê û Vîne de dike.

Di doza kû bi sûcên “Li gori rêgeza wekheviya jin-zilam tevnegeriyaye” û “Cûdahî hatiye kirin” hatî vekirin de dadgehê Ahmed mafdar dît.

Piştî biryarê ji aliyê Sendîkaya Rojnamgerên Britanya (NUJ) daxuyaniyek hate dayîn û biryar girîng hate nirxandin.

Rêveberên BBC ku di dadgehê de mafdar nehate dîtin wekheviya dahatê paraast û gotin “Tu girêdanbûna xwe bi zayendperestiyê re tuneye.”