Bandora pêkanînên DYE'yê li projeya Herka Bakur 2 a gaza Rûs

Rûsyayê ragihand ku ji ber pêkanînên Emerîkayê projeya lûleya gaza xwezayî ya Herka Bakur 2 dibe ku heta dawiya sala bê biqede.

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksander Novak got, projeya Nord Stream 2 (Herka Bakur 2) ku wê gaza xwezayî ya Rûsyayê di ser Derya Bakur re bigihîne Elmanyayê ji texmînan bêhtir dibe ku dereng bikeve.

Ji ber pêkanînên Emerîkayê, şîrketa Allseas ku bi keştiyên taybet tevlî projeyê bû, biryar wergirtibû ku xwe ji projeyê vekişîne. Keştiyên şîrketê ji bo bicihkirina lûleyên mezin ên li binê deryayê gelekî girîng bûn.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) îdîa dike ku piştî projeya Herka Bakur 1 bi projeya Herka Bakur 2 re Ewropa hîn bêhtir ji aliyê enerjiyê ve bi Rûsyayê ve tê girêdan. Tevî Polonya û welatên Baltik her wiha Ûkrayna jî li ber projeyê radibe.

Welatên ku piştgiriya projeyê dikin îdîa dikin ku DYE ji bo 'gaza xwezayî ya biha bifiroşe Ewropayê' pêkanînan li dijî Rûsyayê ferz dike. Herî dawî Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Wezîra Parastinê ya berê ya Elmanyayê Ûrsûla von der Leyen gotibû ku şîrketên Ewropayê wê li ber pêkanînan rabin.

Tê payin ku di çarçoveya projeyê de du xetên lûleyan ên bi dirêjahiya 2 hezar 300 kîlometreyî bê avakirin û salê 55 milyar metrekup gaza xwezayî derbasî rojavayê Ewropayê bike.