Dewleta Tirk bombe li Şengalê barand

Li dijî gundekî Şengalê yê Başûrê Kurdistanê êrişa hewayî hate kirin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li dijî gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê êrişeke hewayî hate kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku êriş ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatiye kirin. Agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk beriya niha gelek caran êriş biribûn ser Şengalê.

Di 19'ê Cotmeha 2019'an de bombe li qadên sivîlan ên li bajarokê Xanesorê yê Şengalê barandibû. 19'ê Mijdarê jî bi balafirên şer ên bêmirov bombe li Xanesorê hatibû barandin û 5 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran piştre jiyana xwe ji dest da bû. Balafirên şer ên Tirk di êvara 5'ê Mijdarê de jî 3 caran bombe li herêma Barê ya Şengalê barandibûn. Di bombardûmana 4'ê Mijdarê de jî li Xanesorê 3 şervanên YBŞ'ê birîndar bûbûn.