Balafireke leşkerî kete xwarê: 16 leşker mirin

Balafireheke leşkerî ya DYA kete xwarê. Li gorî agahiyên destpêkê, 16 leşeran jiyana xwe ji dest dane.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) balafira îkmala sotemeniyê ya bi tîpa KC-130, ku leşkerên deryayî tê de bûn kete xwarê.

Li gorî agahiyên destpêkê, 16 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dan. Li ser sedema ketina balafirê agahiyek bi dest neket. Hat ragihandin, enqazê balafira li nêzî bajarokê Leflore ya eyaleta Mîssîssîppî kete xwarê, li herêmeke ji 8 kîlometreyan belav bû. Li herêma balafir lê kete xwarê, bi alîkariya helîkopteran karê lêgerîn û rizgarkirinê tê kirin.