Balafira Merkelê bi lezgînî daket û lêpirsînê dest pê kir

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ji bo civîna G20 bi balafirê ber bi Arjantînê ve bi rê ket. Lê belê balafir li bajarê Kolnê bi lezgînî daket. Tê gotin, dibe ku sedema daketina lezgîn a balafirê, êrîşeke gengaz be.

Dihat payîn ku Merkel, bi balafirê biçûya Arjantînê û tevlî civîna G-20'an bibe. Lê belê ji ber metirsiya êrîşê, balafir li bajarê Kolnê bi lezgînî daket. Lewma wê Merkel 12 saetan bi derengî û bi komeke biçûk biçe Arjantînê. Balafira ku Merkel û koma pê re tê de ye wê danê êvarê bigihije Arjantînê. 

Wê serokwezîra Elmanyayê ancax bikare tevlî şîva civîna G20'an a li Buenos Airesê bibe. Hate ragihandin, ji ber derengketinê hevdîtinên ku dihate payîn bi serokê DYA'yê Donald Trûmp û Serokkomarê Çînê Çi Jinping re bihata kirin hatine betalkirin. 

Rheinische Post nûçeyeke ku xwe dispêre çavkaniyên nêzî serwîsên ewlehiyê yên Elmanyayê weşand û got, lêpirsîner li ser dibetiya krîmînal disekinin ku ji ber wê yekê dibe ku balafir daketibe.

Serokwezîriyê heta niha daxuyaniyek nedaye, lê belê hate ragihandin ku hem kaptanê balafirê hem jî personelên wê yên herî serwext in. Li gorî serokwezîriyê kaptanê balafirê gotiye, sîstema ragihandinê ya balafirê bi awayekî balkêş sekiniye û nexebitiye.