Bala cîhanê li ser hevdîtina Donald Trump-Kim Jong-un e

Civîna bilind a navbera Serokê DYA Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un, wê îro li Sîngapûrê pêk were.

Koreya Bakur ji ber moşekên balîstîk û bernameyên xwe yên nukleerî di hedefa civaka navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye. Lîderê Koreya Bakur Kim-Jong-un û Donald Trump wê îro li hev rûnên.

Her du lîder ji roja Yekşemê ve li Sîngapûrê ne. Civîna bilind wê li otela bi navê Capella ya li girava Sentosayê bê kirin. Li gorî dema herêmî saet 09:00 (li gorî dema Ewropayê 03:00) wê dest pê bike. Amadekariyên ji bo civînê berê çend rojan dest pê kirin. Li herêmê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin.

Li ser bernameya danûstandinan a navbera Trump û Kim Jong-un agahiyeke zelal nehate dayin. Li gorî hin kesan wê tenê çend deqeyan be, li gorî hinekan jî dibe ku bi rojan dewam bike.

Lê belê Donald Trump bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di hevdîtina îro de dibe ku encameke zelal dernekeve. Trump got, "Zelal e ku 12'ê Hezîranê em ê mohra xwe li binê tiştekî nexin" û diyar kir ku hevdîtinek bi tenê têrê nake.