Bahoza Yagi li Vîetnamê bû sedema ziyaneke mezin: 9 kes mirin

Bahoza Mezin Yagi ku zirar daye gelek herêmên Çîn û Fîlîpînan û bû sedemê mirina herî kêm 24 kesan, li Vîetnamê jî bû zedema ziyaneke mezin û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî medyaya dewletê, şeva Şemiyê li eyaleta Hoa Binh a çiyayî ya li bakurê Vîetnamê ji ber hezazê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya VNExpress a ku spartî rayedarên herêmî, hezaz piştî barana tund a bi saetan, bi hilweşîna zinarekê re qewimî û bû sedema hilweşîna malekê. Xwediyê malê yê 51 salî xwe rizgar kir, lê belê hevjîna wî, keça wî û du neviyên wî man bin kavilan de û piştî demek kurt cenazeyên wan hatin dîtin.

Bahoza Yagi roja Şemiyê bi lezeke di saetê de qasî 149 kîlometreyê, gihişt bakurê Vîetnamê. 

Li gorî rayedarên rêveberiya Afetê, banên malan bi bahozê re jêvebûn û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li eyaleta Hai Duong roja berî ji ber bayên tund darek hilweşiya û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku bi giştî 9 kes mirin.