Bahoza li Floronceyê: 4 kes mirin

Bahoza Floronceyê roja Înê li peravên DYA’yê da. Ji ber bahoza xedar heta niha yek jê jin û yek jê zarok, herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bahoza Floronceyê duh nêzî Wrîghtsvîlle Beachê ya li Karolînaya Bakur li peravê da. Leza bahozê bû di saetekê de 150 kîlometre. Ji ber bahozê rayedar gelekî bi fikar in.

Ji ber bahozê yek jê zarok û yek jê jin, çar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku dar bi ser malê de wergeriya, van kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bilindbûna avê, rayedaran dest bi rizgarkirina kesên sivîl kirin.

Bang li 1,7 milyon kesan hate kirin ku bila dûrî peravan bin. Berpirsê Saziya Rêveberiya Lezgîn a Federal Jeff Byard diyar kir ku hin cih di bin avê de mane û ev tişt ji bo xebatkarên hawariyê gelekî xetere ye.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp wê di hefteya pêş de biçe serdana herêmên ku bahozê lê xistiye.

Tê payîn ku bahoz roja Yekşemê ber bi bakur ve bi lêzeke kêm bidome.