Bahoza Îrma: Bi dehan mirî û winda hene
Hat ragihandin ku li Karayîplerê ku bi rojane bahoza Îrma bi bandor e û berê xwe daye DYA, heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes winda bûne.
Hat ragihandin ku li Karayîplerê ku bi rojane bahoza Îrma bi bandor e û berê xwe daye DYA, heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes winda bûne.
Bi rojane bahoza di navbera Kuba û Bahamalar de derbas dibe, li gel Mîamî jî hat ragihandin ku îhtîmalek mezin heye bigihêje eyaleta Florîda.
Leza bahoza Îrma ku duh di seatekê de gihîşt 300 kîlometreyan, hat zanîn ku îro di navbera 125 û 215 kîlometre lez bi bandor bûye. Tê texmînkirin ku bahoz ziyana bi mîlyaran dolar daye û hat diyarkirin ku herî kêm 12 mîlyon kes ji bahozê bi bandor bûne.
Li giravên Fransa yên herêmên kareseta xwezayî 9 kes mirin û 7 kes jî winda ne. Hat zanîn ku li Antîllerê 17 kes mirîne. Hat ragihandin ku çavkaniyên cuda hejmara girêdayî windayan ji hev cuda bin.
Tê payîn ku di seatên pêşiya me de bahoza Îrma di destpêkê de bigihêje eyaleta Florîda û peravên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Serokê DYA’ê Donald Trûmp jî banga hişyariyê li gelê herêmê kir û ‘li ser rêya Îrma yê xwe rabin’.