Ayetullah Sîstanî DYE û Îran şermezar kir
Otorîterê Şîa yê herî bilind ê Iraqê Ayetûllah Elî Sîstanî şerê DYE û Îranê yên li ser axa Iraqê şermezar kir.
Otorîterê Şîa yê herî bilind ê Iraqê Ayetûllah Elî Sîstanî şerê DYE û Îranê yên li ser axa Iraqê şermezar kir.
Peyama Ayetûllah Elî Sîstanî, piştî nimêja Înê ya li Kerbelayê ji aliyê yek ji nûneran ve hate xwendin.
Sîstanî got: “Bikaranîna rêbazên zêde yên ji aliyê cuda ve, ji derveyî kûrkirina krîzê tiştekê bi xwe re naîne û di gihandina çareseriyê de jî astengiyê peyda dike.
Ev jî tê wateya êrîşkar û çalakiyên xeternak dubare binpêkiriya serweriya xaka Iraqê ye. Hemû hewldanên me ew e ku li herêmê rewş hê xirabtir nebe. Gel pir êş ji van şeran kişandine.”
DYE’yê 3’yê Çileyê li nêzî Balafirgeha Bexdayê Generalê Îranî Qasim Silêmanî û yek ji fermandarê Heşdî Şebî kuştibû, her wiha Îran jî di asta bersivdayînê de 8’ê Çileyê li Iraqê bi fuzeyan li 2 navendên Emerîkayê dabû.