Atîna: Divê Tirkiye xetên sor derbas neke

Serokwezîrê Yewnanistan Kyrîaskos Mîçotakîs li ser peymana Tirkiyeyê ya behrê ya li gel Lîbyayê hişyariya ‘divê xetên sor derbas neke’ da.

Mîçotakîs ê bi rojnameya The Globe Maîl a Kanadî re hevpeyvînek kir got: “Divê Tirkiye xetên sor derbas neke’ nerazîbûn nîşana peymana di navbera Tirkiye û hikûmeta navendî ya Trablûsê de hate kirin da.

Li gorî peyanê, wê hevkariya leşkerî bê zêdekirin û li aliyê din jî diyarkirina sînorê behrê ye. Her wiha Tirkiye tezkereya ku wê leşkeran bişîne Lîbyayê jî erê kir. Tirkiye bi vê peymanê dixwaze mafê derxistina kanên hîdorkarbon ên li Behra Spî bi dest bixe.

Mîçotakîs got: “Em bi ti awayî rê nadin ti xebatekî yên Tirk ku serweriya mafê Yewnanistanê bin pê bike.”

Mîçotakîs anî ziman ku Tirkiye jî di nav de amade ye bi hemû welatên cîran re gotûbêj bike ûg ot: “Eger ku ‘di van hevdîtinan ên bi Tirkiyeyê re’ ti peyman pêk neyê, wê demê Yewnanistn amade ye serî li daraza navneteweyî bide.