Asteroîdekî mezin wê di ber Cîhanê re bibihure

Li gorî daxuyaniya Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NAK), asteroîdekî mezin ê bi sedan metreyî berfireh, wê ji cihekî nêzî Cîhanê derbas bibe.

Asteroîdê mezin ku navê 2014-JO25 lê hatiye kirin û bi 650 metreyî mezin e, wê ji cihekî ku bi 1,8 mîlyon kîlometreyî dûrî Cîhanê ye, derbas bibe.

Li gorî daxuyaniya NASA'yê, 2014-JO25 ku beriya niha bi 400 salî di ber cîhanê re derbas bûbû, wê piştî 2600 salên din careke din di ber Cîhanê re derbas bibe.

Pispor dibêjin, ev asteroîd wê ti zerarê nede Cîhanê.

Li gorî hin pisporan, eger 2014-JO25 li Cîhanê bikeve, wê rê li ber kraterek ji dehan kîlometreyî veke û bandora vê felaketê jî wê li tevahiya cîhanê bê dîtin. Li gorî pisporên Fransayî, eger ev asteroîd li Cîhanê bikeve wê bi 1,8 mîlyon qatî ji bombeya atomê ya Hîroşîma zêdetir enerjî derkeve holê.

Asteroîdê ku di dema pêş de nêzî Cîhanê bibe, wê di sala 2027'an de ji cihekî 380 hezar kîlometreyî dûr derbas bibe. Tê texmînkirin ku ev asteroîd 199-AN10 be, ku 800 metre berfireh e.