Astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê

Nêzî 15 roj in li ser dema 30 rojî ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ji aliyê Ednan Elzurfî re derbas dibe.

Li gorî zagona Iraqê ji Serokwezîr  re 30 roj dem tê dayîn da ku bikare hikûmeta nû pêk bîne. Piştî nav hatin diyarkirin têne pêşkêşkirin û ji aliyê parlemanê ve tê erêkirin. Lê belê weke ku diyar dibe pirsgirêk û astengiyên mezin li pêşiya wê yekê hene. Li gorî çavdêrên siyasî Ednan Elzurfî wê bi astengiyekî mezin re rû bi rû bibe.

Di heman demê de li Iraqê rewşeke cuda û ji nişka ve ya ji ber nexweşiya vîrusa koronayê çêbûye ku hêlaye di mijara pêkanîna hikûmeta nû de sistbûn û bêxemî derkeve. Ji ber ku têkoşîna li hemberî vîrusê pir zehmete û Iraqê jî hemû derfetên xwe ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bigire bi kar aniye.

Her çiqasî qala hewildanên Ednan Elzurfî nayê kirin lê li gorî çavdêrên siyasî, çendîn aliyên Şîa ji hilbijartina Elzurfî nerazî ne û hinek jî wer dizanin ku di destnîşankirina wî de destê hêzên derwe heye, lewma ev nêrîn li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bûne astengiyeke mezin.